Search
Top » Test » World » Kurdî » Kom û Hunermend » Perwer, Þivan » Biographies
Biography: Şivan Perwer
Şivan Perwer, 23.12.1955 ê li gundê Sorî (kû li ser Siwergehê ye û dikeve nêvbera Amed û Rûha'yê de) xwedê daye. Cîyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgarîya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahîya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikarîya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengîya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijîyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengîya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahîya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji alîyê din ve zordarîya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayîyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digerîya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jîyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordarîyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jîyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê). Şivan Perwer di vî atmosferi de giheştîye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekirîye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jîyanê derxistî nêvengê ye. Wî di biçûkatîyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jîyayî û bîhîstî de ew dijîyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Şivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (şaş) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giranîya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Şivan'ê biçûk li dora xwe de şexsîyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. Lêbelê li gor Şivan, ev civata, paşdemayî, berteng lê xwedîyê xususîyetinê rind bû, ji alîyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tiştên he gişan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tiştên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndîyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandîya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêşveçûna wi hatibû birîn (girtin). Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de karîye serfiraz bibe. Derktina Şivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jîyaneke berteng, zehmetîyên wê pir, şexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xweş çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya şexsî nexwdîyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwedîyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê şexsiyetîyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê şêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwedîyê derfetên maddî, lêbelê mina qaşmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewşa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd. Şivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahîyên gîyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejîyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe. Kî çi bêje bila bêje, kîjan polîtîka kîjan xetê bikêşe, kîjan pêşewa û pêşkêş têkeve kîjan ramanên xwe yên karîyerîst bê wate Şivan dê weha her bi domîne. Lewra ev ya herî raste, wî ji her al^yên jîyanê bi sedan stran ccedil;êkirine û hêj jî didomîne. Hozanê me hêj ciwantir, înamîktir, enêrjîk û bi bîrewerî xebatên xwe didomîne, em hêvî dikin kû dê hêj jî berhemên xweşiktir biafirîne. Şivan Perwer bi profesyonelî 1975 ê dest bi hunermendîyê kirîye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijol boye, di vî bergehî de rê şanî gelek hunermendan kirîye û bûye mînak ji wan re. Hêvîya me ew e kû rûmetên hîn rindtir û xweşiktir biafirîne. Ji bo agahdarîyê: Ev nivîsînên seri li kaseta Şivan Perwer i bi navê Nazê, ku li alîyê ŞIVAN PRODUCTIONS û SES ve hatîye çêkirin, hatîye veşandin. Min jî her viha ew pêskês î we kirîye. Hêvîdarim ku bi dilê we be!This category needs an editor